Meclisa Ciwanên Minbicê û gundewarê wê meşek bi meşeleyan ji bo şermezekirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîze kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li ser bangewaziya Meclisa Ciwanan a Minbicê û gundewarê wê li ber çarxerêya Karkerê Paqijiyê kom bûn û berxwedana Serêkaniyê silav kirin.

Meş ji çarxerêya Karkerê Paqijiyê ber bi çarxerêya El-Sebii Behrat ve destpê kir. şêniyan meşale, pankartên bi nivîsên Ciwanên Minbicê wê heta tolhildanê û rizgarkirina axa xwe ji osmaniya zordar şer bikin hildan.

Dema şênî gihaştin Çarxerêya El-Sebii Behrat li erebeyan siwar bûn, alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sembolên serkeftinê hildan û sloganên “Bi can bi xwîn em bi te re ne Serêkaniyê, Girê Spî heya mirinê em bi te re ne. Yeke yeke gelê Sûriyê yek e û Sûriyê azad e bila Tirkiyê derkeve” berz kirin.

Em bêdengiya navdewletî red dikin

Xwepêşendar bi erebeyên xwe di nav piraniya kolanên bajêr de geriyan ji rojava heya rojhilat ta bighêje başûr li ber Çarxerêya Şehîdan. Li wir kerwana erebeyan rawestî û Ciwanên Şoreşger daxuyanî da raya giştî. Hevserokê Meclisa Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê û gundewarê wê Ziyad Mistefa daxuyanî xwend û got:

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hovantirîn sûcên xwe der heqê sivîlan de pêk tînin. Bi vê yekê mafên mirovan binpê dike. Em bêdengiya navdewletî û paşguhkirina kirinên sûcdaran red dikin.

Em bang li tevahiya gel û ciwanên xwe dikin bi yekrêzî li hember êrişên bisekinin.

   

ANHA/MINBIC