Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarên wê, di dawiya dewreyên amadekariya mamosteyan ên werza havînê de û bi helkefta salvegera 3`yan a rizgarkirina Minbicê re, pêşangeha wênesaz û kardestiyan vekir.
Komîteyê di dawiya dewreyan de ev pêşangeha hunerî, şûnwar û karên destan vekir. Ev berhem jî nîşana zanist, perwerde û şaristaniya bajêr in. Pêşangeh di heman demê de bi wesîleya salavgera 3‘yan a rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate vekirin. Pêşangeh bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hate vekirin û paşê ji aliyê rêvebere perwerdê Nojîn Ehmed ve hate vekirin û beşdar li holê geriyan.
Kel û pelên pêşangehê ji aliyê mamosteyên pispor di warê huner û wênesaziyê de hatin amadekirin. Ev mamoste jî beşdarî dewreyan bûn. Tê zanîn ku dewreyên werza havînê ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirina ya Minbicê ve bi armanca amadekirina mamosteyan ji bo sala nû, hatin vekirin. Komîteyê di vê demê de 3 dewre bi dawî kirine.
ANHA/MINBIC