Li bajarê Minbicê yê li Bakurê Sûriyeyê, doh danê sibehê bombeya ku li wesayîtekê hatibû bicihkirin, teqiya. Ji ber teqînê ajokarê wesayîtê mir.

Bûyer li Xaçerêya El Sebî Behrant a Minbicê saet 07:30´î qewimî. Ji ber teqînê ajokar Abdulrehman Îbrahîm El Mihemed birîndar bû, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Nevxweyî li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir û tesbît kir ku teqîn ji ber bombeya li hundirê wesayîtê hatibû bicihkirin, pêk hatiye. Lêpirsîna li ser teqînê dewam dike.

 

MINBIC