
Televizyona Misrî ya fermî diyar kir ku hejmara qurbaniyên teqîna li mizgefta Rewda rû dayî, gihiştiye 155 kuştî û 120 birîndaran. Doh piştî nimêja Înê, li mizgefta Rewda ya li bakurê herêma Sîna ya Misrê, teqînekê rû da. Piştre jî komeke çekdar, welatî gulebaran kirin.
Di wêneyan de ku ji aliyê dezgehên çapemeniyê ve hatin weşandin, diyar dibe ku bi dehan kuştî û birîndar hene. Birîndar li hemû nexweşxaneyên Sîna têne dermankirin.
Li Misrê 3 rojan şîn hat ragihandin.
QAHÎRE