Protestoyên ku bi biryarnameya rayeyên Serokomar zêde dikin destpêkirin, bi pevçûnên beramber berdewam bikin. Di navbera di serî de çepgir, liberal, Xiristiyan û gelek aliyên din ku Mursî bi avakirina ‘dîktatoriyê’ sûcdar dikin û alîgirên Mursî de pevçûnan rû da, gelek mirî û bi sedan jî birîndar hene. Her wiha bisedan kes jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Mûrsî şeva din piştî pevçûnên şeva Çarşemê li qada Helîapolîs ya li Qahîrê rû dan axaftinek kir. Serokomarê Misrê di axaftina xwe de bêy ku behsa êrîşa Birayên Misilman ya li dijî muxalîfan bike, muxalîf sûcdar kirin. Mursî îdîakir ku, di nava kesên hatine binçavkirin de, ‘çeteyên kirê girtî’ jî hene. Mursî anî ziman ku, ew bi vê îdîayê hemû muxalîfan sûcdar nake û her wiha diyarkir ku, ew ‘kirê girtiyên’ bi Birayên Misilman re pevçûyîn ji aliyê alîgirên Serokomarê berê Husnî Mubarek ve hatine girtin.
Mursî ji ya xwe danakeve
Mursî di axaftina xwe de roja Şemiyê hemû nûnerên muxalifan vexwendin Qesra Serokomartiyê û ji bo çareseriyê banga ‘diyalogê’ kir. Muhamed Mursî ku Birayên Misilman piştgiriyê didinê li aliyekê ji bo bûyeran rawestîne banga ‘diyalogê’ li muxalîfan dike, li aliyekê din jî daxwaza muxalîfan ya ku rêziknameyê berçav re derbaz bike red dike. Mursî diyarkir ku, ew bibiryare referandumê di 15’ê Kanûnê de bike.
Mûrsî li aliyekê ji bo pevçûn raweste daxwaza diyalogê dike, li aliyekê jî yek ji sedemên herî bingehîn yê pevçûna rêziknameya makezagonê ferz dike, ev jî textîka wî ya di şopîne derdixe holê. Ger di 15’ê Kanûnê de referendum pêkwere û muxalîf kêm tevlî bibin û di referandumê de ‘erê’ derbikeve wê demê pozîsyona Mursî bihêztir dibe.
Tevgera 6’ê Nîsanê di daxuyaniya dayî de diyarkir ku, dê di xwepêşandana Înê ya îro de slogana bingehîn ‘Qerta Sor’ be. Piştî axaftina Serokomar Mursî ya şeva din jî bertekên li kolana ne rawestiyan. Xwepêşandanên protestoyî li derdora Qesra Serokomar ya bi tankan hatiye dorpêçkirin, Qada Tehrîr û li kolanên cûda berdewam kirin. Xwepêşanda di dema axaftina Mursî de bê navber sloganên ‘bicehnime, bicehnime’ avêtin.
QAHÎRE