Li paytexta Elmanya Berlînê herdu mizgeftên Kurdan jî di meha rojiyê de ayîn û rêûresmên îslamî bi cih tînin. Mizgeftên Kurdan li gel ayînên olî yên rutîn di rojên girîng û li gorî ola îslamê pîroz de jî Mewlûda Kurdî dixwînin û dua dikin. Bi mebesta meha rojiyê, derbarê wate û girîngiya meha remezanê û rewşa îroyîn a Kurdistanê de em bi melayê mizgefta Îbrahîm Xelîl a Weddîngê Seyda Zana Amed re axivîn.Seyda Zana Amed wateya meha rojiyê ango remezanê wiha şîrove kir: Xwedayê gerdûnê dibêje: Meha Remezanê meheke wisa pîroz e ku min di vê mehê de Quran a pîroz ku ew jî destûra we ya bingehîn e berjêr kiriye. Ew jî hîdayet û awayê jiyana mirovan e. Mînak û çavkaniya we ye ku hûn bikarin bigihîjine jiyaneke azad û baştir. 

Tê de mafên her mirovî ku ji her cure ol û baweriyê ne hatiye kifşkirin. Heta mafê candar û bêcanan û mafê roj û şevê jî hatiye zelalkirin. Herwisa Xwedê gotiye: 

Min ev diyarî ji we re şand, hûn jî divê mehê de rojî bigirin. Rojî xweragirtina ji xwarin, vexwarin û têkiliya zayendî ye. Yên sereke ev in, lê di bingehê de bi ziman, bi çav, bi dev, bi dest û bi tevahiya endamên bedena xwe beşdarî vê ayînê bikin. 

Rast e hind herêmên cîhanê li gorî rewşa hewayê û mercên jiyanê ji bo ayîna rojiyê guncantir in, lê Xwedê jî ev li gorî cefayên wan kesan dinirxîne. Wek mînak, li hind deveran 6 meh şev û 6 meh jî roj berdewam dike. Divê ew jî li gorî welatê herî nêzîk dema şev û rojên xwe sazkar bikin û bigirin. 

Li ser pirsa kesên ku bi tenê rojî digirin nimêj û ayînên din nakin jî Seyda Zana Amed wiha got: Helbet her ayîn û îbadet bi Xwedê ve girêdayî ye, her tişt li ba wî çareser dibe. Lê Resûlê Xwedê di vî derbarî de gotiye ku bi tenê tî bûn û birçîbûna wan ji wan re dimîne. Ne tenê nimêj nekirin, dizî, xeybet, fesadî û wd jî dijberê ayînan in.  Wek me di destpêkê de jî got, divê ayîneke seranser hebe.


Kurdistanê ji bîr nekin

Seyda Zana Amed derbarê rewşa dijwar a li Kurdistanê de jî wiha bang kir: "Divê em gelê xwe yê di bin zilma dewleta dagirker de ji bîr nekin. itre û zekatên xwe bidin gelê xwe, Nanê xwe nîvî bikin, parve bikin. Divê em Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê ji bîr nekin. Eger tiştek jî ji destê me neyê, divê em bi duayên xwe xwedî li gelê xwe derkevin. Wisa jî divê em xwe baş nasbikin,  bi dînên batil neyên xapandin, lewre di ola Xwedê de qetla zarokan, tecawiza namûsê, lierdê hiştina cesedan, rizandina bedenan nîne. Ola Xwedê ola jiyan, wekhevî û azadiyê ye. Divê Xwedê bi hezkirin, serfirazî û azadî bê naskirin, bi zor û zilmê nayê naskirin. "

 


YEKO ARDIL/BERLIN