Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi rasthatina cejna Remezanê, doh sibehî li mizgeftan nimêja xwe kir û cejn li hev pîroz kir. Kurdistaniyan niyaz kir ku cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo Kurd û Kurdistanê.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê doh sibehî li deverên ku mizgeftên Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) hene, berê xwe da van mizgeftan ji bo nimêja cejnê. Bi hezaran Kurdistaniyî li mizgeftan nimêja xwe kir û cejna Remezanê li hev pîroz kir. Di waezên seydayên Kurd de jî niyaz hat kirin ku ku cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê, pê re jî ji cemaetê hat xwestin fitr û zekatên xwe bidin mexdûrên lehiya li Rojhilatê Kurdistanê.

Li Parîsê mizgeftê têra cemaetê nekir

Ji ber ku li hin bajaran cemaeta nimêja cejnê pirr mezin bû, hol hatin kirêkirin. Li paytexta Fransayê Parîsê Kurdistanî li banliyoya Villier le Bel civiyan. Rêveberiya mizgefta Şêx Seîd, ji ber ku mizgefta wan wê ji bo cemaeta nimêjê, piçûk be, li vê banliyoyê holeke mezin kirê kir. Ji bo nimêjê 2 hezar Kurdistanî amade bûn. Piştî nimêja cejnê Kurdistaniya niyaz kir ku ji Kurd û Kurdistanê û timamê dinyayê re aştî û aramî pêk bê.

Em mezlûman ji bîr nekin

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, Kurdistanî ji bo cejnê li mizgefta Şêx Seîd hatin cem hev. Li vir Mele Ferman waeza xwe da. Mele Ferman got, Îslama rastî li cem mezlûm û bindestan e: “Çawa ku Xwedê Teala ferman kiriye, em bi fitr û zekatên xw eli cem mezlûm û bindestan bin.”

Mele Ferman bi bîr xist ku li Rojhilatê Kurdistanê piştî lehiya mezin a îsal, felaketeke mezin a insanî dewam dike û wiha peyivî: “Tika ye ji miletê me, fitr û zekatên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bi gihînin xelkê me yê mexdûr ê li Rojhilatê Kurdistanê.” Di nimêja cejnê de Kurdistaniyên ji Hamburg, Stade, Winsen-Luhe, Luneburg, Buxtehude û gundên derdorê ama de bûn û wan piştî nimêje cejn li hev pîroz kir.

Li Kasselê nimêja pêşî a cejnê

Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê li mizgefta xw eya nû nimêja xwe ya cejnê kir. Mizgefta Kurdan a Kasselê destpêka Remezanê vebûbû û her êvar vê Remezanê lê nimêja terewîhê hatibû kirin. Qederê 200 Kurdistaniyê nimêja xwe ya cejnê li vir kir û piştî nimêjê jî cejn li hev pîroz kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN