Parazvanên mafên mirovan û Kurdên li paytexta Rûsyayê Moskovê, piştgirî dan Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven.

Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya li Moskovê, ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekkirina çalakiya Leyla Guvenê, çalakiyek bi rê ve çû.  Jinên Kurd û dostên wan bi dirûşmeya ‘Di serî de Leyla Guven, daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê daxwazên me ne’.

Di çalakiyê de Seroka Tevgera Jinê ya Rûsyayê, Culyeta Aram axivî û got, tecrîdkirina Ocalan û êrişên li dijî Rojava bi hev ve girêdayî ne.

Parazvana Mafên Mirovan û Seroka Yekîtiya Parêzeran a Rûsyayê, Marîa Bast jî got, “Tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê hêzên hevparê vî sûcî demildest dawî li vê kiryara xwe bînin. Em çalakiya Leyla Guvenê watedar dibînin û piştgiriyê didinê.”

 

 ANF / MOSKOV