Şanoya bi navê “Qûrban” ku ji hêla nivîskar û senarîstê Rûs Îvan krîlov ve hatiye nivîsandin ji hêla şanoger û senarîstê Kurd Şalîko Bêkes ve li gor rastiya civaka Kurd hatibû şîrovekirin û pêşkeşkirin. Şanoya ku listikvanên wê hemû Kurd bûn ji hêla jûriya şano ya mihrîcana şonaya  Moskowayê ve jî bi baldariyek mezin ve hat temaşekirin. Şanoya ku ji 75 deqeyan pêk dihat bi zanebûnek mezin hatibû amadkirin û hat leyistin.

Beriya ku şano dest pê bike ji hêla senarîst û şanoger Şalîko Bêkes ve ji temaşevanan re li  ser şanoyê hin agehî hat dayîn. Şalîko Bêkes li ser şano wiha axifî: “Li welatê xerîbiyê bi zimanê dayikê û bi awayekî profesyonel xebat kirin ji bo her mirovî zehmet e. Bi taybet ji bo me Kurdan ku me ne bi zimanê xwendiye û ne jî perwerde dîtiye. Ji ber ve yekê li gor min bi zimanê Kurdî ev şano amadekirin pir gîrîng bû. Hevalên me yê di şanoyê de dilîzin ji bo karîbin bê pirsgirêk bi taybet di mijara ziman de vê lîstikê bilîzin gelek xebat dan. Ez wan sipas dikim. Ev lîstik, lîstikek Rûsîye min jî li gor civak û dîroka gelê Kurd ji nû ve sererast kir ez hêvîdar im ku hûn ê biecîbînin.”

ANF/MOSKOW