Li  bajarên Elmanyayê Munchen û Munsterê yên Elmanyayê û li bajarê Swîsreyê Delemontê ji bo xwedîderketina li berxwedêrên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî hatin kirin.

Li Munsterê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şîlan, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan li Meydana Stubengasseyê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de pankarta li ser ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’’ nivîsandî hate hilgirtin û li ser grevên birçîbûnê gelek belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin.

Li Munchenê jî bi pêşengiya Komuna Jinan-Sara weke her çarşem, pêr jî dezgeh hate danîn, li ser Leyla Guven, greva  birçîbûnê û rojiya mirinê dovîz hatin hilgirtin û belavok hatin belavkirin.

Li Delemontê tecrîd hate protestokirin

Li Delemontê ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan, çalakiyek hate kirin.

Kurdistanî li stasyona trenê ya navenda bajarê Delemontê ku paytexta Kantona Jurayê ye, hatin ba hev. Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûn û rojiya mirinê meşiyan.

Di tevahiya meşê de dirûşmên xwedîderketina li berxwedêran hatin gotin û bi sedan wêneyên berxwedêran bilind kirin.

Çalakî bi xwendina belavoka bi zimanê Fransî bi dawî bû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN