Li gundê Germavê yê 30 kîlometre dûrî navenda Mûşê di sala 1993’an de operasyon pêk hat û 3 endamên PKK’ê yên di malekê de dest û piyên wan ji serma qerimîbûn, ji aliyê leşkeran ve bi saxî hatin girtin û pişt re hatin kuştin. Şahidên bûyerê anîn ziman ku piştî leşkerên bi ser gund de girtin û endamên PKK’ê bi saxî girtin, li gel gundiyekî dan ber guleyan û bi saxî înfaz kirin.
Şahidên bûyerê anîn ziman ku leşkeran di sala 1993’an de bi ser gunde de girt û piştî endamekî PKK’ê teslîm bû li 3 PKK’ê yên ku di malekê de dest û piyê wan qerizîbûn gilî kir. Şadidan, anî ziman ku piştî leşkeran bi gundiyan îşkence kir û cihê 3 PKK’ê deşîfre bûn, 3 PKK’î bi saxî girtin û birin li girê jora gund bi saxî înfaz kirin. Şahid, da zanîn ku piştî leşkeran bang li gundiyan kir û xwest bêr û qazme bibin, kalê gund ê bi navê Mehmet Bozkurt bêr û qazme ji leşkeran re biriye û piştî ku Bozkurt bêr û qazme bir, ew jî ji aliyê leşkeran ve hate kuştin. Şahidê bûyerê anî ziman ku leşkeran 3 PKK’î li cihê bûyerê bi komî difin kirin û cenazeyê Mehmet Bozkurt jî ji aliyê gundiyan ve hate wergirtin û li gund hate definkirin.
Şahidê bûyerê Mehmet Erol, anî ziman ku 3 PKK’î piştî bi saxî hatin girtin, di serî de ji aliyê leşkeran ve rastî lêdan û îşkenceyê hatin û piştî îşkenceyê hatin înfazkirin. Erol, da zanîn ku piştî bûyerê leşkeran hemû gundî di îşkenceyê re derbas kirin û piştî demekê gund hate valakirin. Şahidê bûyerê Şukru Sezgîn jî anî ziman ku ger nasnameya wan diyar bibe û serlêdanên malbatan çê bibe dê bibe alikar.

‘Bavê min dan ber guleyan’

Kurê Mehmet Bozkurt Suleyman Bozkurt, jî anî ziman ku ji ber bavê wî bêr û qazme ji wan re pir, piştî ku 3 endamên PKK’ê dan ber guleyan, bavê wî jî dan ber guleyan û li cihê bûyerê kuştin. Dema leşkeran bi ser gund de girtin ez jî birim û li tenişta çem îşkence bi min kirin. 3 PKK’î ji sixinakê derxistin û îşkence li wan kirin. Pir li min jî xistin. Dev û ruyê min ji ber îşkenceyê di nava xwînê de mabû. Piştî ku leşker ji gund derketin û ez hatim gund, min dît ku bavê min kuştine.


NECDET YENTÜRK - DÎHA-MÛŞ