Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja 22’yan de dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî, li taxên Kerame û Bekir ên Mûsilê di navbera artêşa Iraq û çeteyên DAIŞ'ê de şerê kolan bi kolan heye û heya niha gelek kolanên wan taxan hatine rizgarkirin.
Herwiha hat zanîn ku artêşa Iraqê li bakurê Mûsilê, ketiye bajêr û heta amadekirina vê nûçeyê jî şer dewam dikir û nexasim jî li bakûrê Mûsilê.
Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên bombebarkiri dixwazin pêşiya artêşa Iraqê bigrin.
Balafirên koalîsyonê bi dewamî li ser Mûsilê digerin, ji bo bombebarana cihên DAIŞ’ê agahiyan berhev dikin.
HEWLÊR / MÛSIL