Yek ji ciwanê gund Metîn Kaya diyar kir ku ji neçarî bazirganiya ser sînor dikin û wiha got, “Divê em jî xwe xwedî bikin. Dema mirov li derdora xwe dinêre dibîne ku ketine nav dorpêçkirinekê de. Ji girtîgeheke ser girtî ferqa wê nîn e. Nahêlin em xizmên xwe bibînin.”
Birinc qaçax e?
Welatiyê bi navê Kusret Tekîn jî li hember astengiya dewletê nerazîbûn nîşan da û wiha axivî: “Tişta ku dewlet dibêje, qeçax e çend torbe birinca ku xizmên me yên li aliyê din ê sînor dijîn ji me re anîne.”
Çiya dagirkirî zevî mayinkirî ne
Yek ji niştecihê gund û bavê 12 zarokan Haci Kaynak 36 jî diyar kir ku leşkeran li tevayî erdên wan mayîn bi cih kirine, çiya û girên wan dagir kirine û wiha domand, “Kesekî ku 10 kîlo birinc û 10 kîlo xwê ji xwe re bîne malê, çawa dibe qeçaxî. Dayikeke temen mezin dema hatiye ziyareta keça xwe 10 kîlo birinc jêre aniye. Li ser rê leşkeran xwestiye wê birincê ji dayikê bistînin. Dayikê jî qebûl nekiriye. Lê belê, leşkeran bi zorê ew birinc ji dayikê wergirtine û dayik avêtine nav heriyê. Bi torbê birincê re di nav heriyê de kaş kirine.”
DÎHA/COLEMÊRG