Navenda Şopdarên Rojê piştî li bajarên Dêrik û Rimêlanê doh jî li navçeya Tirbespiyê li Akademiya Şehîd Yekta Herekol pêşengeha xwe ya wêneyan vekir. Di pirraniya wêneyan de dîmenên şervanên li eniyên şer û zarokên Bakurê Sûriyeyê hene.
Di pêşangehê de bêtirî 100 wêneyî hatine pêşandan û tê de rastiya berxwedan û têkoşîna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên eskerî, civakî û çandî vedibêje. Di pêşangehê de beşeke taybet ji bo wêneyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate veqetandin.
Di nava çalakiyên pêşangehê de sînevîzyonek der barê berxwedana Serdemê ya Efrînê de jî hate nîşandan. Her wiha di pêşangehê de hin pirtûk jî hatin pêşandan.
Pêşangeha Şopdarên Rojê tê payîn ku li seranserê herêmên Bakurê Sûriyeyê were lidarxistin.
ANHA/QAMIŞLO