Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakiya bombeyî ya li hemberî Midûriyeta Polîsan a Midyadê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Der barê encamên çalakiyê de ev agahî hatin dayîn: “Roja 8’ê Hezîranê saet di 11:00´an de, li hemberî Midûriyeta Polîsan a hêzên dewleta faşîst a li navçeya Mêrdîn Midyadê, ji bo bîranîna şehîdên Nisêbînê û hevrê Fermandar Kawa û Xeyrî, hevalê me Dîrok Amed çalakiyeke xurt a fedaî pêk anî. Li avahiya polîsan 150 polîs hebûn. Li vê avahiya ji 6 qatan, hemû planên qirêj, êrîş, îşkence û zextên li hemberî gelê me û nirxên me yên têkoşîna azadiyê, dihatin amadekirin û bicihanîn. Di encama çalakiyê de nîzamiya li pêşiya avahiya Midûriyet Polîsan, 2 wesayîtên zirxî û 10 wesayîtên sivîl ên polîsan bi temamî îmha bûn. Aliyê pêş ê avahiya Midûriyeta Emniyetê jî rûxiya. Xisareke mezin li lojmanên eskerî yên li derdorê bû.
Di encama vê çalakiya fedayî ya hevrê Dîrok Amed de, bi zelalî 30 hêzên dijmin hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.”
‘Veşartina encaman şerê psîkolojîk e’
Di daxuyaniya HPG’ê de hate ragihandin ku dewleta Tirk di çerçoveya şerê taybet ê psîkolojîk de wendahiyan vedişere û encamên çalakiya Midyadê ji raya giştî veşartine. Daxuyaniyê weha dom kir: “ Dewleta Tirk û medya şerê taybet, encamên vê çalakiya berfireh vedişêrin. Ji ber ku nikare bandora vê çalakiyê veşêre, hewl dide encamên wê yên rastî binixumîne û ji bo encamên çalakiya leşkerî berevajî bike, mirina sivîlan derdixîne pêş. Di vê çalakiya fedayî de bi ti awayî sivîl hedef nehatine girtin. Midûriyeta Polîsan hedef hatiye girtin û çalakî bi vî rengî pêk hatiye.”
‘Fedayiyê rûken û bi coş’
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG’ê de têkildarî şervan Dîrok Amed ku çalakiya fedayî pêk anî jî ev agahî hatin parve kirin: “Hevalê Dîrok, ku di dilê wî de hezkirineke kûr a Rêber Apo, gelê Kurdistanê û welatê xwe hebû, ev hezkirina xwe veguherand hişmendiyeke mezin û xist meriyetê. Ev yek bi tevlîbûna nava refên gerîla û hesabpirsîna ji dijmin, pêk anî. Hevalê Dîrok sala 2011’an li Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşînê kir, zû pê hesiya ku şer mirovan mezin dike û di bîrdozî û têkoşîna rêxistinî de xwe xurt kir. Di demên herî zor û zehmet de bi coşeke mezin meşiya û bi fedekarî hemû zehmetî ji holê rakirin. Hevalê Dîrok ê rûken û xwedî sekneke bi coş, bi vê çalakiya xwe ya fedayî cihê xwe di nava şehîdên têkoşîna azadiyê de girt.”
4 leşker hatin kuştin
HPG´ê wekî din da zanîn ku di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Bakurê Kurdistanê de 4 leşker hatine kuştin. li gorî vê, roja 8’ê Hezîranê li cihên cuda yên Qileban a Şirnexê di encama çalakiyên sûikastê de 3 leşker hatine kuştin, du leşker birîndar bûne.
HPG’ê ragihand ku li hemberî qereqola Haftarîç a li navçeya Çewlik Xolxolê, hêzên wan roja 8’ê Hezîranê çalakiyeke sûîqestê pêk anîye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye.
Her weha hate ragihandin ku li Xîzan a Bedlîsê û li derdora gundê Elê yê Gilîdax a Agiriyê hêzên artêşa Tirk di nava tevgerê de ne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herêma Heftenînê ya Qadên Parastina Medyayê hatiye bombebaran kirin. Her wiha têkildarî operasyona 30’ê Gulanê ya li Şemzînanê pêk hatî de jî nasnameya şervenake jin a jiyana xwe ji dest dayî hat eşkerekirin. Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervana jiyana xwe ji dest dayî wisa ye:
Silav Rover / Gulsum Akinci; Li Mêrdînê ji dayik bûye; keça Şîrîn û Îbrahîm e; 30’ê Gulana 2016 li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da
ANF/BEHDÎNAN