Di salvegera dagirkirina Efrînê de li navenda bajarê Efrînê teqînê rûda. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin qala 5 kuştî û gelek birîndar hat kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî û agahiyên destpêk, di encama teqîna li navenda bajarê Efrînê de herçiqasî qala 5 kuştiyan were kirin jî heye ku hejmara kuştiyan zêdetir be.
Hema yekser piştî vê teqînê, dewleta Tirk a dagirker jî gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê topbaran kir. Dewleta Tirk di êrişê de bi taybetî dibistana gund kir hedef.