
Navenda Çand û Hunerê ya Medya (NÇM) a Dîlokê li gundan jî xebatê çand û hunerê bimeşînin. Xebatkarê NÇM'ê Mehmet Sumer derbarê xebatên xwe de agahî da û got: "Me heqîqat li gunda wenda kir. Jiyana rast a civakê li gundayê. Em e jî li gundan dest bi xebatên hunerê bikin"
Xebatkarê NÇM'ê Mehmet Sumer got, dewlet li Kurdîstanê herî zedê li ser çand û hunerê polîtîkayên qirkirinê dimeşînê. Sumer bal kişand ser mozakîka canda Dîlokê gotinên xwe wiha dewam kir: "Li Dîlokê Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî û baweriyên cuda dijîn. Dewlet li vir ne tenê li ser çanda Kurdan, li ser çanda gelên din jî êrîşan pêk tîne. Ji ber vê yêkê NÇM'a Dîlokê tenê ne ji bo çanda Kurdan, ji bo çandên hemû gelan bidin jiyîn dê xebatan bimeşînin."
Mehmet Sumer anî ziman ku di bin banê NÇM'ê de dersên tenbûr, gîtar, erbane, keman, şano, piyano tê dayîn û koruya zarokan heyê. Sumer got di van kursan de tevahî 60 xwendekar perwêrde dibînê û heman demê de di bin banê saziyê de du komên muzîkê jî hene.
'Em e çanda degbêjiyê zindi bikin'
Sumer diyar kir ku wê li gundan jî xebatên çand û hunerê destpêbikin.
Sumer gotina rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Em e li cihê me heqîqat windakiriyê, lêgerînê bikin" bibîrxist û wiha axivî: "Me heqîqat li gunda wenda kir. Jiyana rast a civakê li van qadan e. Em e li guda dengbêjiyê ji nû ve zînde bikin. Ji ber vê yêkê li gundên em xebatan lê dikin em e saziya ve bikin."