Li Iraq xwepêşanderan li bajarê Necefê konsoloxaneya Îranê şewitandin. Hikûmeta Iraqê bûyer şermezar kir û Îranê ji Iraqê daxwaza helwesteke hişktir kir.
Di xwepêşandana şeva din de sefaret bi temamî şewitandin.
Piştî şewitandina konsolosxaneyê qedexeya hatinûçûnê hate ragihandin.
Li gorî medya Iraqê, dema ku xwepêşanderan bi ser konsolosxaneyê de girtine, hêzên dewletê mudaxele kirine û di encamê de herî kêm 100 xwepêşander birîndar bûne.
Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êriş bi tundî şermezar kir û got, “Ev yek nayê wê nameyê, wê bandoreke nebaş li ser peywendiyên li gel Îranê bike.”
Di xwepêşandanên doh yên li bajarê Nasiriyê yê Iraqê de hezên dewletê 13 kes kuştin û hejmareke kes jî birîndar bûn.
Li gorî ‘Tora Nûçeyan a Nasiriye’ doh 13 xwepêşandar di xwepêşandanên li Nasiriye ya parêzgeha Zîqar de hatine kuştin.
Li Iraqê ji 1’ê Cotmehê ve xwepêşandan dewam dikin. Heta niha zêdetirî 300 xwepêşander hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Xwepêşandanên niha yek ji taybetmendiya wan ew e, demdirêj in.
NAVENDA NÛÇEYAN