Xecê Rêdûr bi eslê xwe xelkê Urmiyê ye û li ser ziman û perwerdeya zarokan dixebite. Xecê, dibêje, ziman hebûn e û divê zimanê dayikê bê parastin: "Ez dixwazim ku bi rêya nivîs û projeyan bi zimanê Kurdî xizmeta zarokan bikim û erka xwe bînim cih.” Xecê Rêdûr li Rojhilat sala 2016’an dest bi xebatê dike. Di destpêkê de wergera pirtûkan dike û niha jî ji bo zarokan xebata wêjeyê dike. Xecê dibêje, "Ziman hebûn e û divê em hebûna xwe biparêzin." Xecê di heman demê de li ser rola ciwanan dibêje, divê feraseta ciwanên Kurd bi zimanê Kurdî be: “Ciwan ji bo parastina gel, çand û hunerê xwedî roleke girîng in. Dikarin hebûna xwe bi rêya pênûs û nivîsandinê nîşanê cîhanê bidin. Ji bo parastina zimên rêyek tenê heye: Yan ji bo parastina zimanê xwe têbikoşin an jî li tinebûna zimanê xwe temaşe bikin!” Xêcê, bal dibe ser rewşa jinê ya di nava ciwakê de û dibêje, "Di nava civakê de nahêlin ku jin çalak bibin û bi pêş bikevin. Divê jin bêhtir ziman, çand, huner û dîroka xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşîn. Jina ku jiyan afirandiye dikare ji bo hebûn û zimanê xwe têbikoşe û li cihanê jî bide nasîn. Dema ku em dibêjin azadiya jinê azadiya civakê ye, wê deme jin dikare zarokên xwe, hevalên xwe û derdora xwe perwerde bike.” Xecê, dixwaze Kurd hemû di xizmeta zimanê xwe de erka xwe bîne cih û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Daxwaza min ew e ku ez karibim bi rêya nivîs û projeyên xwe ji bo zarokên Kurdan xizmeteke mezin bikim û erka xwe bînim cih.” JINNEWS/AMED