Li Nisêbînê di qedexeya derketina derve de, di 26’ê Gulana 2016’an de 53 kes hatibûn girtin. Rûniştina 4’emin a dozê doh pêk hat. Kesên girtî li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya li salona konferansê ya Midûriyeta SGK’ê hatin darizandin. Parlanterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîl, gelek endamên HDP’ê, malbat û parêzerên girtiyan beşdarî danişînê bûn. Kesên xwestin danişînê bişopînin nasnameyên wan di GBT’ê re derbas kirin û piştî lêgerînê derbasî salona danişînê bûn. Balkêş bû ku maşîneyên zirxî salon dorpêç kiribûn.

Bi lêdanê kor kirin

Osman Bozkurt ê ji dozê girtî di dadgeha Tirkan de wiha peyivî: “Ji bo sûcên di îdîanemê de li ser min hatin îdîakirin tu delîl nehatine dîtin. Ez van sûcan red dikim. 6 rojan hatim destgîrkirin. Êşkenceyên dij mirovî li min hatin kirin. Êşkence sûcê mirovahiyê ye. Li gel ku li Tirkiyeyê behsa qedexekirina êşkenceyê tê kirin jî, lê hîna jî êşkence berdewam dike. Bi awayekê fîzîkî û derûnî êşkence  li min hat kirin. Şopên êşkenceyê hîna jî li ser laşê min hene. Bi kulm, pehînan û cîsmên cûda li me dan. Bi lêdanê ez kor kirim.”

Nexwe me yê hûn bişewtinadana!

Bozkurt got, polêsan bi darê zorê kiriye ku hin kesan li ser wan bi neerênî îfade bidin û wiha axivî: “Em rastî gefên giran ên hêzên ewlekariyê hatin. Tim ji me re digotin ‘hûn dua ji HDP’ê re bikin ku hûn dan çapemeniyê. Nexwe me yê mîna Cizîrê hûn jî bişewitandana.’’ Pir êşkence li me kirin.”

Bi ser neketin

Bozkurt got, saziya siyasî ya Tirkiyeyê îflas kiriye û wiha axivî: “Bi îflaskirina saziya siyasî re rastiya li Nisêbînê jî derket holê. Li Nisêbînê dewletê îflas kir û bi ser neket. Ev salonên dadgehkirinê jî  encama vê yekê ye. Weke ku tê xuyakirin hiqûq û daraz jî, ji destê AKP’ê bêzar bûye. Bila hemû kes baş zanibe ku kes nikare, binesaziya exlaqî û polîtîk a Nisêbînê xerab bike. Ji xwe siyaseteke nezan a mîna AKP’ê qet nikare vê yekê bike. Xwestin vîna azad a gelê Kurd li Nisêbînê teslîm bigirin, lê bi ser neketin. Li Nisêbînê dewletê xwe tune kir. Hemû saziyên komarê, li Nisêbînê niha dibin kavilan de mane. Ji xwe dewlet bi xwe dibin kavilan de maye. Li hemberî rastiya Nisêbînê, dewlet têk çûye.”

Bozkurt, di dawiya parastina xwe de, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: “Çareseriyên Neteweya Demokratîk ên Ocalan hene. Şert û mercên tecrîdê divê demildest bên rakirin. Gelê Kurd bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan, hemû polîtîkayên jenosît û mêtîngeriyê pûç kir û têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam dike. Modela rêveberiyên xweser dê Tirkiye û Rojhilata Navîn ji qeyranê rizgar bike. Îro felsefeya Birêz Ocalan gav bi gav pêş de diçe û di vî warî de bi bawerim.” Bozkurt di dawî de beraeta xwe xwest.

Şandeya dadgehê dûre, hin îdîayên di îdîanameyê de cih digirin ji Bozkurt pirs kirin. Piştî Bozkurt bersiva pirsan da û şûn de, dadgehê biryar da ku parêzer roja Pêncşemê 18’ê Cotmehê parastin bikin. Danişîn îro jî dewam bike.

 

ANF/MÊRDÎN