Li Nisêbînê piştî berxwendana xwerêveberiyan, dewleta tirk a dagirker 6 taxên navçeyê bi temamê tine kirin. Wezareta dewletê ya avadaniyê, xaniyên xelkê pêşkêşî mutahidan kir, li cihê hilweşîn pêk hatiye jî wê navendên berxwiriyê yên bi navên xwe yên kurt AVM’ê çêke. Xelkê Nisêbînê, nexasim jî dikandaran nerazîbûn nîşanî AVM’a şîrketek wê çêdike, da û diyar kir ku armanc ew e ku dikandaran nehêlin.


Dewleta Tirk şer ji bo rûxandinê kire hincet

Li Nisêbînê berxwedana xwerêvenberiyê demeke dirêj dewam kir û di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker qedexeya derketina derve ji 14’ê Adara 2016’an û pê ve ragihand. Piştî berxwedanê, dewleta Tirk  6 taxên Nisêbînê bi temamî tine kirin. Li 4 taxan înşata mutahidiya dewletê TOKδyê dest pê kir û li taxên Zeynel Abîdîn û Qijlê hîna tiştek nehatiye kirin. Dewleta ku şer kir hincet û li taxan biryara cemawerîkirinê da, niha xanî û milkê xelkê navçeyê li rantê vedike.


‘Pêşkêşî mutahidan dikin’

Herêm tenê li kepçeyên înşaetê re vekiriye. Pirraniya xelkê di ser têlan re diqevêsin, dikevin taxê û xaniyên xwe kontrol dikin. Piştî hilweşandina bi mehan, avahiyên TOKδyê jî her diçe, mezin dibin.  Wezaretê piştî TOKÎ’yan ji gel ji bo erseyan îmze xwest û soz dide ku ji bo erseyan xaniyê TOKÎ’yê bide xelkê. Gelê ku vê qebûl nake jî li ber xwe dide.


Şerê AVM’ê li dijî dikandaran

Xebatên binesaziya AVM’a ku ji aliyê şîrketeke taybet ve tê çêkirin jî hema hema li ber qedandinê ye. Xelkê Nisêbînê da zanîn ku ew AVM’ê naxwazin û got, bi vê armanca dewletê ew e ku dikandaran nehêle. Xelkê ev mesele wiha îfade kir: “Em naxwazin, lê ew çêdikin.  Armanc ev e ku me mehkûmî tiştên biha û biyanî bikin. Em naxwazin vê derê çêkin. Çêbikin jî wê kes neçe.” 


 MÊRDÎN