Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Îsmaîl Mamle, li bajarê Elmanyayê Nunrbergê, li ser berxwedana Kobanê pêşangeheke wêneyan vekir.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe serdana pêşangehê kir. Şiyar Xelîl ku 44 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, di pêşangehê de axivî û got, “Di vê demê de divê her kes destê xwe dayne ser wijdanê xwe, bes bêdeng bimîne û xwedî li berxwedanê derkeve. Her kesê ku ji xwe re dibêje, ‘Ez mirov im’ divê xwedî li berxwedanê derkeve. Gelê Kurd bi taybetî Kurdên li Ewrûpayê divê berxwedanê mezin bikin.”

Îsmaîl Mamle di merasîma vekirina pêşangehê de got, “Di dema êrişa barbarên DAIŞ‘ê de berxwedaneke mezin hate nîşandan û Kobanê hate rizgarkirin. YPG, YPJ’ê berxwedaneke mezin kirin. Bi taybetî jinan, YPJ’ê bi xurtî li ber xwe da... Vê berxwedana mezin dawî li DAIŞ´a barbar anî. Me pêşangeha ji wêneyên vê berxwedanê îro li vir vekir. Divê her kes wêneyên vê berxwedana mezin bibîne.”

 

ANF / NURNBERG