
Komîteya ‘Ji bo Ocalan Azadî ‘ ya Rojhilatê Kurdistanê, bang li azadîxwazên Îranê û gelê Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê kir ku tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komploya navnetewî bibin.
Komîteya ji bo Ocalan Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê, doh bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîteya ji bo Ocalan Azadî di daxuyaniya xwe de got; “Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û Şengalê îspat kiriye ku dijminên Kurdistanê nikarin weke berê gelê me bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên qirêj. Ji ber ku gelê Kurd bi piştdana hêza xwe ya cewherî, li beranberê hemû cûrên êrîşan rawestiye û ji bo parastina rûmeta xwe li dijî dagirkerên Kurdistanê têdikoşe.”
Têkoşînek bê hempa dimeşîne
Komîteyê ragihand ku destkeftiyên niha her ku diçe mezin dibin, her wiha bala hemû gelên herêmê, azadîxwazên cîhanê û demokratîkxwazan kişandine ser xwe û got: “Bêguman bingehê xwe ji van pêşketinan digire. Ev jî hemû bingehê xwe ji fikrê Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan digire. Rêber Apo bi berxwedana 18 salan a di zîndana Îmraliyê de, ne tenê komploya 15’ê Sibata 1999’an vala derxistiye, hemû zextên li ser mirovahiyê vala derxistine. Her wiha ji bo demokrasî, azadî û wekheviya giştî, Rojhilata Navîn û Kurdistanê têkoşînek bê hempa dimeşîne û gihandiye asta lûtkeyê.”
Ev zilma li ser Kurd e
Di daxuyaniyê de Komîteyê bal kişand li ser berxwedana Ocalan a li zîndana Îmraliyê û bi vî rengî dewam kir: “Tecrîda li ser Rêber Apo, tê wateya êrîşa li dijî nasnameya Kurd. Her wiha dewamkirina zilm û zextên li ser gelên herêmê. Bi astengkirina hevdîtina parêzeran a li gel Rêber Apo re tu agahî ji rewşa wî nayê sitandin û kes nizanê vê gavê tenduristiya wî di çi merhelê de ye. Ev yek cihê nerazîbûna gelê Kurd û mirovahiyê ye. Her weke çawan komploya 15’ê Sibatê nehat qebulkirin û xwedîderketina li Rêber Apo çêbû, îro jî ji bo azadiya Rêber Apo bilindkirina têkoşînê erka me ye. Ji bo wê jî emê dengê xwe yê azadiyê li dijî pergala faşîst a Tirk û dîktatoriya Erdogan hîn bilindtir bikin.”
Bi nexşerêya Rêber Apo misoger e
Komîteyê bi bîr xist ku li gor wan çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de çareseriya krîza li Rojhilata Navîn e jî û wiha pê de çû. “Ev jî tenê bi nexşerêya Rêber Apo misoger e. Her weke di qonaxên bihûrî de me dîtî jî, Rêber Apo dikare welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Tirkiyê bi vê nexşa rê ji krîz û şer rizgar bike. Ji bo wê em dibêjin azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya kesekî ye, ji ber ku azadiya gelan e. Em bang li tevahî azadîxwaz, kesayetên ronakbîr, jinan, ciwan û tevahî ji gelên Îranê bi taybetî jî gelê me li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bi hemû hêza xwe xwedî li Rêber Apo derkevin. Her wiha nerazîbûna xwe li dijî dewleta Tirk raber bikin. Ji bo tavilê Rêber Apo azad bibe, hemû çalakiyên mirovane û medenî pêk bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN