Tevgerên şoreşger yên mîna Barotba, Laveya, Apazîtcsa û RKAS jî destek dan meşê. Ciwanên ku li Meydana Sabornaya Plasadda hatin cem hev ji kolana herî xelabalix ya Derûbasûskaya meşiyan.
Piştî meşê parlementerê herêmî yê bajarê Odessa Aleksey Albû ji çalakvanan re axaftinek kir. Albû di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku ji hêla Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin û got: “paşvekişîna gerîla hêdî hêdî ber bi dawî ve diçe. Lê di vê pêvajoyê de heya niha dewleta Tirk ti gav navitine. Dewleta Tirk ji bo dilsoziya xwe eşkere bike pêwîste di demek Kurd de gavên pratîk bavêje.”
Nûnerê tevgera RKAS’ê Borîs jî  bal kişand ser çalakiyên ku li bajarê Tirkiyê Stanbolê berdewam dikin û got: “Em çalakiyên li Taksîmê hatine despêkirin pir girîng dibînin.  Gel êdî mafê xwe dixwaze. Pêwîste pêşengiya çalakiyê ji ti hêzên din re neye berdan.”
Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên Taksîmê silogan hatin qîrîn her wiha di çalakiya meşê de ciwanên Kurd ala PKK û KCK bilin kirin. 

ANF/ODESSA