Li bajarê Elmanyayê Oldenburgê, pêr li navenda bajêr ber êvarî, Kurdekî 33 salî yê ji Efrînê hat kêrkirin û ev kes di encama birînên xwe de mir. Hat zanîn ku Kurdê hatiye kuştin penaberê Kurd ê bi navê Abdulhenna Yaqûb e, bavê du zarokan e û hevjîna wî jî ducanî ye.
Polîs dide zanîn ku piştî êrişê, şahidên bûyerê agahî dane û wan di encamê de 2 kesên tohmetbar kirine binçavan. Derketiye holê ku yek ji tohmetbarê 22 salî yê ji Sûriyê ji bo ku neyê gertin li ber xwe daye û bi anîna hêzên teqwiye kariye bête girtin, lê yê din xwe radest kiriye. Rayedarên polêsê Oldenburgê dan zanîn ku wan yek ji tohmetbaran berdaye ji ber ku têkiliya wî bi bûyerê re nehatiye tesbîtkirin, lê yê din ji ber ku têkiliya wî hatiye tesbîtkirin û şahidan jî ew terîf kiriye, bi tohmeta kuştina meqtûlê 33 salî hatiye girtin.
Li gorî ku şahidê bûyerê yê bi meqtûl re agahî daye, êrişkar kesekî tundraw e ku alîgirî rêxistina terorîst El-Nusrayê ye.
Welatî ketin şokê
Ji ber ku bûyer li navenda bajêr a li çûnûhatina wesaîtan girtî pêk hat, gelek welatiyên li navenda sûkê şok derbas kirin. Li gorî berdevkê Polîs Stephan Klatte “Li gorî agahiyên destpêkê sedema êrişê, lihevnekirineke dînî ye.”
Hin şahidên bûyerê jî didin zanîn ku muhtemelen kesên êrişkar tundrawên dînî yên ji Sûrî ne.
OLDENBURG