Di pîrozbahiya li Salona Konferansê ya Dibistana Høyenhall de Serokê Giştî yê PJAK’ê Hecî Ehmedî, nûnerên KNK, Tevgera Goran, YNK û PSRK (Partiya Serbestî ya Rojhilatê Kurdistanê), PSK (Partiya Serbestî ya Kurdistanê), SXKÎ (Tevgera Kedkarên Rojhilatê Kurdistanê) amade bûn.
Hecî Ehmedî li pîrozbahiyê axaftinek kir û da zanîn ku Kurd bi têkoşîna 40 salan re ji tinebûnê rizgar bûne û got, “Li Kurdistanê êdî felsefeyeke siyasî ava bû. Destketiyên li Bakur, dîsa sîstema di nava 3 salan de li Rojava ava bû û hêza me ya rêxistinbûyî ya li Rojhilat nîşaneya vê ye.” Ehmedî ragihand ku PJAK tevgereke nûjen e û xwe ji sîstemên klasîk rizgar kiriye û destnîşa kir ku gelê Kurd gelekî nêzî rizgariyê ye, di nuqteya fînalê de ye.
Piştê nûnerê Tevgera Goran ê Norwêcê Aso Kurdistanî mafê axaftinê wergirt û nerazîbûn nîşanî xendekên li ser sînorê Başûr-Rojava tê kolandin, da. Kurdistanî got, “Ev hewldan li dijî yekitiya neteweyî ye, divê ev partiya siyasî (PDK) ji vê şaşiyê vegere.” Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jiyana xwe ji dest dan, hat nîşandan. Şahî bi stranên Engîn Xelîkan, Hereş Hewramî, Jale û Ronî bi dawî bû.
OSLO