Li paytexta Fransayê Parîsê doh qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger bi meşeke mezin hate şermezarkirin.

Li Parîsê doh li pêşiya Gare Nordê di destê sibehê de 15 hezar kes kom bûn û bi kortejeke dirêj heta Qada Rebûqlîqûeyê meş hate kirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku Leyla Guven pêşengiya wê dikin, mora xwe li meşa îsal xist. Gelek rêxistinên jinan û partiyên çepgir tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê kesên ku hatibûn qetilkirin, bavê Fîdan Dogan û bavê Leyla Şaylemez axivîn.  Hasan Dogan ê ku bavê Fîdan Dogan e got ku “Gelê Kurd ji xeynî berxwedanê tu rêyeke wan tune.” Cûmalî Şaylemez jî got “Ev şeş sal in em hesap dipirsin. Ev peywira me gişan e.”

Koordînatorê Partiya Çep Danîelle Sîmonnet jî got ku, “Qetlîama li Parîsê, femînîsîd (qirkirina jinan) e. Fransayê peywira xwe bi cih neanî lê em sûcdar û kesên ku ferman dane, wan baş nas dikin.”

Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin

Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya diyar kir ku Ocalan deng û hebûn û azadiya Kurdan e û got: “Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin. Heta ku em dengê Rêberê xwe nebihîzin, em ê dev ji Strasboûrgê bernedin.” Li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin Alîkara Şaredar Helene Bîdard jî diyar kir ku ew ê vê bêdengiyê qebûl nekin.

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Elîf Ronahî jî peyameke bi dîmen şand. Ronahî got: “Yek ji peywira me ya sereke ev e ku, em kujerên vê komployê bidarizînin.” Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî qetlîama Parîsê da û wiha peyivî: “Heta ku heqîqet derkeve holê em ê vê têkoşînê bidomînin. Ji ber vê jî divê em seferber bibin.”

 

PARÎS