Gerîlayên HPG’ê Ferat Amed (Serhat Nazlier), Rêzan Bahoz (Îrfan Erol), Kûrtay Amed (Osman Karadenîz) û Kurdistaniyê bi navê Rêzan Baran ê li herêma şer bû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyê ya li Parîs Vîllîer le Belê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hatin bîranîn.
Di merasîma bîranînê de nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, siyasetmedarê Kurd Cûma Tak, bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez, xizmên Rêzan Baran ên li Parîsê dijîn û gelek Kurdistanî amade bûn.
Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak li merasîmê axivî û diyar kir ku gelê Kurd wê êdî di nava rewşeke koledariyê de neyê cîhanê û got, “Kurdan ev kefen çirandin, zincîra koledariyê qetandin. Îro Kurdistan xwînê digirî û dîrok bi welê tê nivîsandin, ku ev yek ji bo Kurdan cihê rûmetê ye.”
Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez jî axivî û got, “Li hemberî gelê me komkujî tên kirin. Belê dilê me dişewite, dema komkujî çêbû divê bend werin danîn, xendek bên kolandin. Mizgîniya me li dayikên şehîdan e; azadî nêz e.”
PARÎS