
Ji bo akademîsyen Nûriye Gulmen û Smeîh Ozakça, ku bi biryarnameyê ji kar hatin derxistin û ev 67 roj in di greva birçîbûnê de ne, akademîsyenên li sirgûnê li Parîsê çalakî lidar xistin. Li ser navê komê daxuyaniyek hate xwendin û bal hat kişandin ser êrîşên desthilatdariya AKP’ê yên li hemberî akademîsyenan û civakê. Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya têkoşînê hate kirin û berxwedana her du akademîsyenan hate silavkirin. Çalakgeran xwestin, karê her du akademîsyenên di grevê de ne radestî wan bê kirin. Piştre bi rêya Skype bi Nûriye Gulmen û Semîha Ozakça re axivîn.
PARÎS