Konferans diyariyê 3 jinên kurd yên li Fransayê hatin qetilkirin hat kirin. Di konferanê de geşedanên dawî yên siyasî yên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê hatin nirxandin û komkujiya Parîsê hate şermezarkirin. Di konferansê xebatên çanda li Parîsê û hunera çanda kurd di konferansê de bi awayekî berfireh hate nirxandin û li ser feranseta populer, û gelek mijarên din nîqaş hate meşandin. Ligel vê ji bo dema pêş derbarê xebatên çand û hunerê de av biryar hatin girtin.
Biryarên di konferansê wiha ne:
- Pêkanîna mîhrîcanên folklorî yên her sal li Fransayê pêk tên; -Pêkanîna pêşbirka stranan ya ku her sal li Parîsê pêk tê.
- Pêkanîna Rojên Filmên Kurd ya ku bi pêşengiya Meclisa Parîsê ya TEV-ÇAND’ê pêk tê; -Divê ekîbên govendê di nava meclisê de xwe bi awayekî din rêixisin bike; -Di her komeleyê de ji bo zarokan divê komên govendê yên zarokan bên avakirin.
PARÎS