Cenazeyên sê jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê çileyê li paytexta Parîsê ya Franseyê hatibûn qetilkirin, duh saet di 08.00-09.00 bi karwanekî ji Morga Tiba Edlî ya Quai de la Rapeeyê hatin wergirtin.

Bi hezaran kurdistaniyên ji Franse û welatên din ên Ewropayê hatin, li salona Place de Villers ya li berbajara Parîsê Villiers-le-Belê li hev kom bûn. Girseya qelebalix, li gel serma, ba û barînê bi seatan li benda cenazeyên her sê jinên kurd man. Girseyê wêneyên her sê jinên siyasetmedar û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.  Girse bê navber dirûşiên “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” qiriyan û bi pankaran peyamên weke “Vê hovitiyê em lewaz nekirin”, “Rastiyan bi her awayî aşkere bikin” û “Em dadê dixwazin” dan. Gava cenaze gihiştin cihê merasimê, komek li pêşiyê darbestên bi alên PKK’ê hatibûn xemilandin hilgirtin û li gel dirûşiman dest bi meşê kirin. Beriya hilgirtina cenazeyan deqeyek ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz hate girtin.
Sê ciwanan li pêşiya her kesê wêne Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin û di meşê de gelek alên KCK, PKK, KJB û posterên Ocalan û flamayên kurdan hatin hilgirtin. Cenaze bi qasî sed metreyan danîn ser milê xwe. Girse nekarî hesirên çavên xwe bigirin bike û heta dawiya meşê dirûşimê qîriya. Salona ku cenazeyên her sê jinan anîn, wêneyên Ocalan û alên Koma Jinên Bilind (KJB) hatibû xemilandin.
Her wiha, ji bo oxirkirina cenazeyan korîdorekek kesk-sor-zer hate çêkirin û cenazeyan danîn li ser dika ku li vir hatibû amadekirin. Li salonê hesirên çavên heval, dost, malbat û kurdistaniyan mîna taviyên baranê bariyan û her kes di nava hestiyariyê de ma. Li kêleka dika cenaze li ser hebû ala PKK’ê ya ji kulîlkan hatibû çêkirin balê kişand û peyama “Em edaletê dixwazin, cinayetê zû ronî bikin” hate dayin. Merasima rêwîkirinê heta êvarê berdewam kir. 

ANF/PARÎS