MURAT KUSEYRÎ / STOCKHOLM
Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal a Swêdê, Anders Osterberg û parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh dagirkeriya qeyûman anî rojeva palamena Swêdê.
Anders Osterberg di pêşniyaznameya xwe de got, ‘’Sê şaredarên bajarê mezin ên HDP’î 19’ê Tebaxê bi destê Wezareta Karê Navxwe ya Tirk, ji peywirê hatin girtin û qeyûm anîne şûna wan. Her wiha 60 jê endamên meclîsa şaredariyê, bi giştî 400 HDP’î hatine destgîrkirin.’’ Osterberg ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwest ku li dijî nehiqûqiyan tevbigere.
Parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh jî bi sernava ‘’Li Tirkiyê êrişeke nû li dijî demokrasiyê’’ pêşniyazname da û dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê, operasyonên qirrkirina siyasî li dijî HDP’ê anî rojevê.
Kakabaveh got, ‘’Swêd divê girtina siyasetvanên hilbijartî şermezar bike, daxwaz bike ku HDP’î û hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan.”
Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal, Kadîr Kasirga jî got, ‘’Em li bendê ne ku Wezîra Karên Derve Margot Wallstorm jî daxuyaniyê bide.’’