Li bajarê Hewlêrê komploya navneteweyî ya 15ʼSibatê ya di şexsê Abdullah Ocalan li gelê Kurd hat kirin bi meşek girseyî hate şermezarkirin. Çalakger li ber derê îqameya Hewlêrê kom bûn û ji wir meşiyan. Meşê heta ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê wêneyên Ocalan hatin rakirin û dirûşemyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ hatin gotin.
Piştî girse gihişt ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek li ser navê Komîteya Azadî ji bo Ocalan hat dayîn. Mistefa İdrîs ev daxuyanî xwend. Wî bang kir da ku dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn û Ocalan bê azadkirin. Herwiha hate gotin ku tevî tecrîda girankirî jî, Ocalan karî hemû komployan pûç bike.
Herî dawî jî bang li civaka navneteweyî hate kirin da ku li ser mijarê erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bîne.