Nûnerên Yekîtiya Ewropa û rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî ji bo alîkariya madî dicivin.

Piştî banga 60 parlamenterên Ewropayê ji bo desteka lezgîn a ji nû ve avakirina Kobanê û lidarketina Konferansa Kobanê ya li Amedê, ji Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz alîkarî hat xwestin.

Ji vê daxwaza lidarxistina konferansê ya parlamenterên Ewropî re bersiva erênî hat dayîn. Parlamenta Ewropayê wê ji civîna "Ji bo avakirina Kobanê seferberiya navneteweyî" malovaniyê bike.

Konferans bi hevkariya Komîteya Ji nû ve Avakirina Kobanê, Koma Çep û Keskan a Parlamenta Ewroapyê û Karsazên Kurd ên li Ewropayê tê organîzekirin.


Alîkariya wi bo avakirinê

Konferans wê di 1'ê Tîrmehê de li Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin. Bi konferansê re tê xwestin, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê alîkarî were komkirin, ji rewşa penaberan re çareserî bê peydakirin û rewşa herêmên ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin û azadkirin, were nirxandin.

Tevî nûnerên saziyên Yekîtiya Ewropayê û nûnerên gelek hikûmetan, wê rêxistinên civakî yên sivîl ên neteweyî û navneteweyî jî beşdarî konferansê bibin. Cara yekê ye ku di vê astê de rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî ji bo ji nû ve avakirinê, li hev dicivin.

Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên hikûmetan, parlamenter û karsazan bersiv dan vexwendînameyê. Ji Amerîka, Kanada, Franas, Elmanya, Îtalya, Îngilîstan, Belçîka, Komara Çekê û Skandînavyayê wê rêxistinên civakî yên sivîl tevlî konfearnsê bibin.


Bi wayekî zindî wê were weşandin

Konferans wê li saloneke ji 120 kesan pêk were û bi tenê mirovên hatine vexwendin lê amade bin. Lê belê konferans wê li ser navnîşana înternetê "www.helpkobane.com" karibe bi awayekî zindî were şopandin. Konferansa wê saet di 09:00 de destpê bike û heta saet 14:00 dewam bike. Nûnerên hemû komên siyasî yên li Parlamenta Ewropayê di nava qisekeran de cih digirin.

Tanrikûlû got, "Tevî plana master a Kobanê, projeyên rêxistinên heta niha alîkariya lezgîn dane Kobanê û li qadê xebat meşandine, çavdêrî kirine, wê bên nasandin. Di konferansê de ji bo gavên lezgîn ên pratîkî wê bang were kirin."

Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim, Wezîrê Rêveberiyên Herêmî Mûstafa Abdî, Alîkara Wezîrên Rêveberiyên Herêmî Şevîn Mahmûd, Alîkarên Hevserokên Kantona Cizîrê yên Asûrî û Ereb û Wezîrê Karên Derve wê beşdarî konferansê bibin.

Li gorî Tanrikûlû, bi beşdariya ji kantonan re wê pirsgirêkên herêmên hatine azadkirin jî werin nirxandin, alîkariya divê li van herêman bê kirin li rojeva raya giştî ya cîhanê bê bicihkirin.


Proje wê werin pêşkêş kiri

 Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê planeke avadaniyê hat amadekirin. Ev projeya ku bi hevkariya mîmarên TMMOB a li Amedê hat amadekirin, wê pêşkêşî konferansê were kirin.Projeya ji nû ve avakirinê ji paqijkirina herêmê ji mayînan, binesazî, peydakirina ava vexwarinê, tenduristî, perwerde, rewşa jinê û vegera penaberan pêk tê.

Li gorî rapora Handicap International a ku mafên astengdaran diparêze û li 61 welatan dixebite, bi qasî ji sedî 80 ê avahiyên bajêr tine bûn. Handicap International got, "Li Kobanê gelek alavên şer ên bê hejmar hene ku neteqiyane. Li navenda bajêr li her metre çarçikê 10 teqemenî hene." 


MAXÎME AZADÎ/ANF/BRUKSEL