Di konferansa ku ji aliyê Koma Çep a PE ve hat lidarxistin, endama Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpk, Zanyarê Siyasetê yê Awûstûryayî û nivîskar Thomas Schmidinger, endamên PE Sabîne Losing û Cornelia Ernst tevlî bûn. Piştî konferansa ku komkujiya Parîsê hat şermezarkirin wêneyên wênekêş Birgit Haubner li Rojava kişandibûn hatin nîşandan.
Parlamentera Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpke ya axaftina yekemîn kir, bal kişand ser pergala li kantonên Qamişlo, Efrîn û Kobanê yên Rojava. Jelpke diyar kir ku Kurd li Rojava li hember çeteyên herî barbar ên cîhanê şer dikin û got: „Jiyan ji nû ve tê avakirin. Lewma pêwîst e kampanyayeke Navneteweyî bê pêşxistn. Divê her kes piştevaniyê bikeceja Yekîtiya Gelan bûne.”
BRUKSEL