Kurdistaniyên li bajarê Elmanyayê Peineê, roja cejna Newrozê, bûn xwediyê avahiya komeleya xwe. Kurdistaniyan roja Newrozê avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li xizmeta civaka Kurd vekir.
Avahiya komeleyê ku lê wê xebatên ziman, çandê, çalakiyên rêxistinîn jinan û ciwanan bi rê ve biçin, wê bibe mekanê civana civata Kurd a li Peine û derdora wê jî. Vekirina vê lokala komeleyê ku rastî Newrozê hat anîn, mêvandariya pîrozbahiyeke bi coş a Newrozê jî kir.
Piştî axaftinên vekirina avahiya komeleyê, hunermend Ciwan Çewlig, Dimlî Amed û Memo, Serhildan63 û Ridwan derketin ser dikê. Navnîşana NCDK a Peine wiha ye: Carl-von-Ossietzky-Platz 4, Peine.
PEINE