Greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a li Girtîgeha Tîpa T a Tarûsê li hemberî kiryarên xerab û êşkenceyê hatiye destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê ev 3 meh in li dijî êşkence û kiryarên xerab li ber xwe didin, bû mehek ku di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de ne. Li gel desteserkirina mafên danûstandin, aktîvîteyên civakî û derketina revîrê, îdareya girtîgehê her roj diavêjin ser qawîşan û êşkenceyê li girtiyan dikin. Hejmara çalakgerên greva birçîbûnê, ku bi 13 girtiyan dest pê kir, roj bi roj zêde dibe. Wezareta Edaletê û Rêveberiya Girtîgehê bi israr in ku daxwazên girtiyan nebînin. Girtiyên jin jî li hemberî vê yekê, ji berxwedana xwe gavê bi paş ve naavêjin.
Şidet zêde dibe
Parêzer Azîze Kozan li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyan agahî da û got, rewşa muwekîlên wê yên hevdîtin bi wan re kiriye, nebaş e. Azîze Kozan wiha behsa hevdîtina xwe ya bi muwekîla xwe re kir: “Gelekî zeyîf bûbû. Tenduristiya wê nebaş bû. Şideta fîzîkî di dema serjimarê de her roj li wan dixin. Wê got, li hevaleke wan xistine.”
Kozan ragihand ku heman tişt li hemberî malbatan û parêzeran jî tê kirin û got, “Di nava şert û mercên gelekî giran de em bi zorê dikarin hevdîtinê bikin. Ji ber vê rewşê em di nava tirs û fikaran de ne. Şidet roj bi roj zêde dibe û tenduristiya girtiyan jî nebaş dibe.”
Divê daxwaz bên qebûlkirin
Zelal Dag jî anî ziman, ku xwişka wê ya li Girtîgeha Tarsûsê di axaftina heftane ya bi telefonê de jê re gotiye, “Hevalên me li pêş çavên me dihelin. Û tiştek ji destê me nayê. Divê daxwaz werin qebûlkirin.” Zelal Dag bang li raya giştî kir ku bala wan li ser vê mijarê be û bi berpiryarî rabe.
Daxwazên girtiyên ev in:
* Şert û mercên li girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan bên sererastkirin.
* Ji bo girtî karibin yekser bi rêveberiya girtîgehê re têkiliyê deynin, nûnerên ku ji aliyê girtiyan ve hatine diyarkirin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bên naskirin.
* Dawî li lêgerîna tazî ya girtiyan bê anîn.
* Pêşî li hevdîtina nava girtîgehê, poste û aktîvîteyên civakî yên li nava girtîgehê neyê girtin.
* Di dema hevdîtina girtî de dawî li pêkanîna ‘hejmara T.C. û hejmara kodkirinê’ bê anîn.
MERSÎN