
Rêxistina Efûya Navnetewî di rapora xweya sala 2016’an belav kir, rapor li ser cezayên darvekirinê û rêjeya înfazê ye. Di raporê de hat eşkere kirin ku herî zêde înfaz û darvekirin li Îranê pêk hatine, li gorî raporê sala 2016’an Îranê 567, Erebistana Siûdî 154, Iraqê 88 û Pakistanê 87 kes înfaz kirine.
Rêxistina Efûya Navnetewiya da zanîn ku sala 2016’an cezayê darvekirinê bi pêkanîna înfazê ji sêyan yek kêm bûye, lê belê li hemberê vê birrîna cezayê darvekirinê zêdetir bûye.
Li gorî rêjeya rêxistinê di nava 2016’an de hezar û 31 înfaz hatine pêkanîn. Ev rêje di sala 2015’an de 1634 bû ku gihiştibû rêjeya herî bilind. Li gorî rapora salane ya Efûya Navneteweyî bal kişand ser wê yekê, tevî ku hejmara welatên cezayê îdamê li wan heyî ji 61’ê daketibe 55’an jî hêjmara birrêna cezayê îdamê gihiştiye 3 hezar û 117’an.
Li gorî rapora Efûya Navnetewî ji sedî 87 înfazan ango 567 înfaz li Îranê ne. Lê rêxistin texmîn dike ku ji van herçar dewletan zêdetir înfaz li Çînê pêk hatine. Rêxistina Efûya Navnetewî nekarî xwe bigihîne rêjeya darvekirinê li Çînê ku wekî ‘sira dewletê’ tê pejirandin û li ser vê ev rêje li raporê ne hatiye zêdekirin.
Li gorî encamên raporê îsal DYE ji sala 2006’an û vir ve ev cara yekê ye ku neketiye nava penç dewletên destpêkê de, di raporê de hatiye destnîşankirin ku li DYE’yê rêjeya darvekirinan ji sedî 30 daketiye ji sedî 20’an. Rêxistinê da zanin û di dema înfazê de pirsgirêkên pêk tên bi jehra bi derziyan kêm kirine.
LONDON