Komeleya Xwendekaran a Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê (YÖDER), şahiya piştevaniyê lidarxist. Di şahiya ku li salona dawetê ya Dîren pêk hat de bi hezaran kesên ku parlementerên BDPê yên bajêr Ozdal Uçer û Nazmî Gur, rêveberên BDPê û nûnerên saziyên civakî jî di navê de hebûn tevlî şahiyê bûn. Li salonê gelek pankart, al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daleqandin.


Piştgiriya bi Rojava re

Pêşî deqeyek rêz hate girtin û paşî sruda "Çerxa Şoreşê" bi yek dengî hate xwendin. Piştî ku xwendekaran derbarê xebatên saziya xwe de agahî dan, parlementerê BDP´ê yê bajêr Nazmi Gur axivî û anî ziman ku ciwanên Kurd hêza herî xurt ya tevgera azadiyê ne. Gur mînaka Rojava da û destnîşankir ku îro li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan şoreşek pêk tê.

'Kurd ji bo her tiştî amade ne'

Parlementerê BDP´ê yê Wanê Ozdal Uçer jî bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya "Me bi ciwanî destpêkir emê bi ciwanî bi serkevin" dest bi axaftina xwe kir. Uçer bibîrxist ku dewleta Tirk ji bo kuştina ciwanên Kurd gelek polîtîkayên kirêt dimeşîne û got, ji aliyekî ve dikuje, yên mayî digre û diavêje zîndanan, bi îdiaya ku karên tevzîneriyê dikin ciwanên Kurd bi lîztikek kirêt re rû bi rûne. Wekîl Uçer komkujiya dewletê ya li Geverê jî şermezarkir û anî ziman ku tişta li Geverê hatî kirin bêucdanî ye.

´Gule berî pêvajoyê dan´

Uçer wiha dirêjî da axaftina xwe; ´Li hemberî zilma li Geverê bêdeng mayîn bêrûmetî û bêucdanî ye. Em li hemberî komkujiyên berê çawa bêdeng neman emê li hemberî vê jî bêdeng nemînin. Ji ber ku Kurd xwedî li pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin derket, rastî vê komkujiyê hat. Van guleyan berî pêvajoyê dan. Bi van bûyeran careke din xuya bû kî terorîst e. Uçer anî ziman ku ji niha û şûnde li pêşiya AKP´ê du rê hene, yan wê ev pêvajo bi ser keve, yan jî wê şerek dijwar destpêbike. Piştî axaftinan di bernameya çandê de jî dengbêj derketin ser dikê û lîstika Aware ya Amedê jî hat lîztin.

DÎHA/WAN