Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, da zanîn ku dê “dozger biryara bi zorê bînin” nede û wiha got: “Lê ev pêkanîna giştî nayê wê wateyê dê wiha nebe. Daraz li gorî rewşê û li gorî işaretên desthilatdariyê nêzikatiyan dide nîşan. Daweta ji bo Yuksekdag hatiye şandin mînakeke vê yekê ye.”



Bîlgen di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku wekî ku tê xuyakirin pêvajoya darêzê jî di însiyatîfa hikûmetê de ye û wiha pêde çû: “Dixwazî ev di însiyatîfa hikûmetê de bi pêş bikeve, dixwazî ji derveyî kontrolê bi rêbazên cuda de bi pêş bikeve. Ev wekî mijareke bazarê bi karanîn bi serê xwe gef û şantajeke e. Bi vê hewldana dixwazin siyasetê di kontrolê de bigirin. Em difikirin ku ji bo xwe bigihînin vê hedefê ev pêkanîn xistine dewrê.”




‘Dê rê li nîqaşên cuda veke’


Bîlgen diyar kir ku berî îfadeyê, pêvajoya darizandinê dê bi xwe re gelek pirsgirêkan bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema îfadeyê de divê teqes mafê parastinê ya kesayetî bê dayîn. Di rewşeke fîlî de, dewamkirina darizandinê, dê di pêşerojê de bi xwe re hin nîqaşên cuda bîne. Ev jî tê wateya dê pêvajo neyê temamkirin.” 




Ev polîtîkaya tasfiyeyê ye


Bîlgen herî dawî destnîşan kir ku yên rewş anîn vê derê hikûmet bixwe ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke yê sinyala pêvajoyeke nermbûnê bidin, divê hemû êrîşên li hemberî gel bi dawî bikin û mafê jiyanê bên sererastkirin. Berovajiyê wê dê ya din dewama polîtîkaya tasfiyeyê be.” 


 DÎHA/ENQERE