Ev hejmara kovarê bi giranî li ser berxwedana Cizîrê hatiye nivîsîn. Kovara Roperi, ji aliyê Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ve hatî amadekirin, her sê mehan carekê derdikeve. Di hêjmara kovarê ya 10'emîn de, nivîs bi giranî li ser berxwedana Cizîrê ne.
Bi keda dest tê amadekirin
Di bin 18 sernavên cuda de Qirkirina Pirsûsê, Ekîn Wan, Şervan Varto, Alanê zarok, Parastina cewherî, çand û nivîsên li ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hene. Di kovara jinan de ku bi keda destî jinan tê amadekirin, gelek xet û xêzên bi destan cîh digirin. Di bergê wê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bi destan hatî xêzkirin heye û di hundirê wê de jî dibin gelek sernavan de li gorî mijarê wêne hatine xêzkirin.
Sernavên ku cîh digirin
Di Kovara Roperi de nivîsên dewlemend û terkirî bi van sernavan hatine amadekirin: "Demên azad ên Edeneyê, 15'ê Tebaxê berdewama 14'ê Tîrmehê ye, Ez hatime te bînim malê Ekîn, Şerê gel ê di dema nû de mezin bûyî, Li ser şopa 33 guleyan, kî dizane? Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin, Li çiyayên Yezda û Şengalê xezalên çavreş, Muhacir, Zarokên şoreşê yên şanaz, Çima parastina cewherî?, Navê şoreşê yê nayê qedandin; Louise Michel, Ev salek e Şengalî penaber in, Hesûdiya sed salan, Zarokên dema winda, çand û kolektîvîzm, karîkatur û dawîkirin."
‘Dilê me li Cizîrê maye!’
Di gotina dawiyê ya bi navê 'dawîkirin' Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin diyar dikin ku di dema amadekirina kovarê de guhê wan her dem li ser Cizîrê bû. Jinan derbarê hêjmara kovarê ya 10'emîn de jî agahî dan û diyar kirin ku di quncikê hemû rûpelan de li gorî nivîsan bi xetên murekebê resm hene. Jin di nivîsa dawiyê ya bi navê ‘dawîkirin’ de wiha dibêjin: ‘Di tevahiya gotaran de, di dawiya her hevokê de, di nava hemû rengan de û hemû şopên tiliyên me yên ser rûpelan de zarokên Cizîrê yên ku di tevahiya qedexeya dewletê ya derneketina kolanan de derdiketin, bi lîstokan dilîstin, destûr nedane faşîzm têkeve taxên wan, kenê wan, giriyê wan, berxwedan û qêrîna wan heye... Me di hejmara 10'an a kovara xwe de nêrîn û ramanên xwe ji we re şandine. Dilê me li Cizîrê maye!"
JINHA/AMED