Li pey Fadilê Cizîrî
Dengbêj Fadil ji malbatekê bû ku tevahiya dengbêjên Botanê dihewandin. Ji malbata wan re Derwêş dihat gotin. Li taxa Cûdî herî kêm 10 mal hebûn ku ji vê binemalê bûn. Ew mîna qebîleyekê bûn ku xelkê gelekî hez ji wan dikir. Ew jî bi sedan salan ji meha Gulanê û pê ve, tevî koçeran heta bi Îlonê ji Cizîrê berê xwe didan zozanan. Ji xelkê re li Erbaneyê didan û welê jî debara xwe dikirin. Ango nîv-koçer bûn.
Van malbatan nexasim jî tevî eşîrên Batuwa û Kiça diçûn û dihatin, bi wan re bûn. Wan jî tevî koçeran li zozanan kon vedida, lê konên wan ne yên reşî Kurmancî bûn. Konên wan ji qumaşekî ji rêzê bû. Dema di nava eşîran de şer rûdida, kesî bela xwe di wan nedida, ew rehet dihatin berdan. Wan debara xwe bi temamî ji van eşîran dikir. Heta sala 1984´an jî ev rewş neguherîbû.
Ez behsa xwe jî bikim. Dema ku min Mewlûda Kurmancî dixwend, ê ku ders dida min, kurapê Seyîd Fadilê Cizîrî, Mele Celîl bû. Ji ber ku ez bi xisletên wan baş dizanim jî ka ez çend nimûneyan bidim. Rêz ji wan re dihat girtin, wan xwe nedixist nav şer û pevçûnan, zirar li mal û milkên xelkê nedikir; ji ber vê jî ji wan re Derwêş hat gotin. Weke herêma Serhedê, şekir dikelandin, paşê li parçeyên piçûk kit kit dikirin û bi wî rengê ku şekir di nav lêvên xwe de bigirin, çay pê vedixwarin. Van demên dawiyê, heta salên 70´yî malên wan nebûn. Salên 70´yî xanî çêkirin û li Cizîrê bi cih bûn. Nexasim jî bavê Fadil, Seyîd Kemal erbanejenekî baş bû. Piştî vegera ji zozanan, zivistanan, li gundên Cizîrê digeriyan. Ji ber ku ez û Fadil di yek emrî de ne, di seyran, şahî û dawetan de me bi hev re jî stran gotine. Herçî payîzoka Seydik e, ez ji wî fêr bûm. Vê gelekî tesîr li min kir. Terza Fadil guhertîbû, xas bi wî bû.
Fadil çend salan hîç kilam û stran negotin. Darbeya eskerî ya sala 1980´yî ew gelekî xemgîn kiribû, û wî xwe kir xwedî li helwêsteke serhildêr. Min çend caran telefonî wî kir. Wî got, ti tişt weke berê nîne. Ev sala 1994´an bû moralê wî nexweş bû. Lê piştî salên 2000´î heta 2014´an moralê wî baştir bû. Bîreke wî ya ecêb xurt hebû. Repertuwareke wî ya mîna pirtûkxaneyê hebû. Her kesî hez ji wî dikir. Ji malbata wî jî gelek dengbêj hebûn.
Pîşeyekî wî yê din jî, kewgîrî bû. Bi naskiriyên Cizîrê re tim û daim diçû nêçîra kewan. Wî hez jilîstikên damê û nehberkê dikir. Hez ji jiyanê dikir. Timî cilûbergên paqij û bedil li xwe dikirin. Di dawetan de jî şal û şapik li ber bû. Zehmet e mirov Fadil nas bike. Kesek bixwaze wî nas bike, divê li payîzok û stranên Sînem, Seydik û Hesamê Axê bihisîne. mirina zarokên wî tesîreke xirab li wî kir, ew ji jiyanê hinekî sil kir. Di serhildanên Cizîrê de jî min tê bîrê, timî kefiye li rûyê xwe dipêça. Wî timî digot, rih dibe bost lê dijmin nabe dost, timî hişyar dikir. Warê jiyana wî bi kew û koçeran sîber bû. Fadilê ku ev 25 sal in ez jê fizîkî dûr mam, di dengbêjiyê de ew bû pîrek. Ez bi rêz darî wî bi bîr tînim.