Botanê, di hembêza xwe de egîdek mezin kir. Şitla yekemîn, zarokê yekemîn ê gelê mazlum bû Egîd. Wê gelek hesret û bendewarî pê re şax vedana. Ev maceraya destanî ya ku bi Egîdan dest pê kir, bi Adil, Gulbahar, Ferhad û Nûdayan berdewam dike û wê bidome jî.

Mirov niha li Botanê be û bibe neferek Botanê, mîna vegera ser cewherê xwe ye; di oxira gihîştina kesayeta xwe de bi tîrejên Mîtrayê ku bêhna axê jê difûre, xweşûştin e; di riya azadiyê de bêhna welat barandin e; di kendalan de xwe bi aşûtan hilweşandin e. Lewma Botan, sînga xwe dide ber berbangên hezîn û tarîtiya ku kemîn vedaye diqetîne. Sebr û tehemula êşkişandinê ye.
Xiyanet li Geliyê Hêzilê dîsa rûyê xwe nîşan dide. Vediguherin îskeleteke ketî, hemû quntarên çiyê.
Her darek mîna çaplûşekiye di binê kendalan de. Vê biharê şervanan wê nîdayek bilind kiriba, li ser rika heyûla. Dê wan jî xwe dirêj bikirana di hembêza welat de, mîna şitlekê. Di berbangek bi zexmî-metanet de, dema ku panzdeh can yek bi dû yekî ketin ser axê, kenê kulîlkan hiştin ji zarokên esmer ên pêşerojê re. Nifir nekirin; rûkeniyek taze rêkirin ji Hêzil re.
Em berê xwe, rûyê xwe didin ber bi geliyê Hêzil ve. Ber bi nîvro, bi şewqa rojê re panzdeh can diyar dibin di bihara Hêzilê de. Bihar hildikşe hildikşe û her panzdeh can li ser lûtkeya Kela Memê cihê xwe digirin. Mîna xweda û xwedawendan çavên wan, rûyê wan li Besta, Kato û Herekolê dinêrin. Vedigerin li Cûdi û Gabarê dinêrin û temaşeyî zarokên esmer ên şopdarên xwe dikin. Bêhna hêviyê tê ji rûyê wan; bêhna wê hêviya ku li tevahiya welatê min belav bûye. Yeko yeko şîn dibin kulîlkên azadiyê; serê her gavê li ser tevaya şiveriyan.
Min rêhevalên torîna qurnefîlan winda kiriye
ferman mohr bûne bi tarîtiya şevan
kemînên engerekî çepûrast rawestiyane
li ser milên min ên ku tu yî…
Di rîwayetên ji demên qedîm mane de
şîn hatiye kolan li ser navnîşana min.
siya heyî di nav xofan de ye
mîna Lodosekî şaşo maşo
ji riya demê derketiye
di tûrikê ewran de
di îstîqametek cuda de ye…
Ez wekî sêwiyan im
di xemgîniya wekî axê de
dil, hêlîna xirbe ya nepeniyan e
di şeveke bi qolinca fereca sibehê
xweberdana bazên ciwan ji asîman
û careke din baskên xwe neçirpîna wan
min xwedî kiriye di bîranînên xwe de…
Serpêhatiyeke dawiya wê diyar e li ser pişta zulfîqar
tirs û xofeke mîna tama kewê
û bêhna helbesta li ser rûyan
ji sê aliyan xwe berdidin
nav rehên min ên ku tu yî…
Egîdê min…
Qet nebe tu min mehkûmî hesretek bêderman neke!
Te rengê xwe ji axê girtiye…
Dizanim, li ser riya pelînê, tu, torîna qurnefîlan î   
Lewma serhildêr e rengê hesreta te
dihelîne û sêwî dihêle hemû kendalan
û paşê ranake dilê dayika min
aşût dikeve ser dîroka wê
Ezraîl dikeve xwîna çiyayan…
Dimirin tevayî rûbar
kêr digihîje ser hestên min ên rengsêwî
li dilê min dixe, torîna qurnefîlên min
şervanên hezar salan bi dû de digirîn
rûbar difûrin ji cihukên xwe û vedigıherin xirbeyeke Çiyayê Kehf
Dîrhem dîrhem dihelim ez!
Dibim xwelî û li ber ba dikevim, ber bi nepeniyan ve…
Aliyekî min bêhna Berxwedanê winda
Rêwiyekî di berbangê de çûye…
Aliyekî min winda ye!
Êvar zû dipêçe rojê
şev, di tetbîqata dorpêçê de ye
Fermanek tê xwendin, bêsînor
rondikên çavên xwe pêşkêşî axê dikim
min, rêhevalê torîna qurnefîlan  winda kiriye…


POYRAZ MÛNZÛR HEREKOL