Derhêner Huseyin Ehmed di filma xwe de behsa çîroka êşa malbatekê dike ku sala 1980´an ji ber şerê Sedam reviyaye.

Ehmed ji bo filma xwe got, ji ber erdnigariya Kurdistanê hinekî dişibe eyaleta New Mexicoyê ya Emerîkayê, wî beşeke dîmenên filma xwe li wê derê kişandiye û her wiha di film de lîstikvanên Meksikî, Kanadî û Îranî jî rol wergirtine.

Derhênerê Kurd da zanîn ku wî niha senaryoya filmekî derbarê komkujiya Helebceyê de jî nivîsandiye û dê dîmenên wê jî li Californiyayê bikşîne.

Derhênerê Kurd Huseyin Ehmed li Emerîkayê dijî.  


 HEWLÊR