Çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk ragihandibû, li navçeya Amedê Pîranê wesayîta zirxî wergeriyaye û 2 polîs mirine. HPG’ê diyar kir ku ev nûçe ne rast e, bûyer ne qeza ye, gerîlayan çalakî li dar xistiye, panzêrek îmha bûye û 7 polîsên tevgera taybet hatine kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da. Di daxuyaniya HPG’ê de weha tê gotin:
2 polîsên hêzên taybet û kontrayek hatin kuştin
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 24’ê Tebaxê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistin.
Hêzên me YJA-Starê destê sibê li nêzî qereqola Miçiçê ya navbera navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemêrgê de li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê lidarxist. Ji yekîneya dijmin 2 polîsên tevgera taybet û kontrayek hate kuştin, wesayîteke leşkerî ya dagirkeran jî derbe xwar.
Li Çelê kontrayek hat kuştin
Hêzên dagirker di navbera girên Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran de yên li Çelêya Colemêrgê rê çêdike. Hêzên me kepçeya hêzên dagirker a ku rê çêdikir, bi taktîka sabotajê kir hedef. Di çalakiyê de wesayîta dijmin îmha bûye û hejmara leşkerên wan ên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.
NPG’ê ‘operasyona şoreşgerî’ ya li Cûdî pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), ‘operasyona şoreşgerî’ ya yekîneyên gerîla pîroz kir ku di navbera 18-21’ê Tebaxê de li herêma Çiyayê Cûdî li dijî hêzên dagirker ên Tirk pêk anîn.
ANF/BEHDÎNAN