Ligor agahîyen dawî, cerdevanê bi navê Sileyman Cahîde ku bi pastarên Îranê re tevlî operasyonên dersînor ya li ser Başûrê Kurdistanê bûye û her wiha herî dawî jî tevlî operasyonên Çiyayen Şaho û Hewrêman bûye agahiyen balkêş dan. Bi van agahiyan hevkariya Tirkiye û Îranê ya di şerê li dijî Kurdan de derket holê.
Ligor agahîyen ku Cerdevan Cahîdî ku li gûnde Girê Şeytan ê giredayê bajarê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê dane, leşkêren tirk jî bi pastarên Îranê re li dijî PJAK’ê derdikevin operasyonan. Cahîdî agahîyen balkê ş dan û got. “Min bi çavê xwe dît. 5 cenaze anîn Gundê Girê Şeytan ku ser li ser cilên wan ala tirk hebûn. Kulmên wan ji xwînê sor bûn û gulle li ser û dilê wan ketibûn. Ev cenaze bi kamyonên bi qeşa ku gohşt dibin tînin hildan û birin”
Çek û xwarin ji Tirkiyeyê tên
Cahîdî got ku Îran û Tirkîye bi hev re derdikevin operasyon û wan agahîyen got; “Bi çar kamyonên Îranê gelek guleyên keleşnîkof û topên 120 ji Tirkiyeyê anîn gundê Girê Şeytan. Di nav cebilxaneyê de obûs û gelek çekên tirkan jî hebûn. Xwarin û wexarinên leşkerên ku derdikevin operasyonan jî xwarinên amadê yên wek konservê ye û ji Tirkiyeyê tînin”.
ANF/PÎRANŞAR