Li Cizîrê piştî îlana rêveberiya cewherî hêzên dewletê êrîş pêk anîbûn. Li gel ku hêzên dewletê xwest komkujiyek mezin pêk bîne jî li hemberî berxwedana gel paşve kişiya. Gelê Cizîrê li rêveberiya cewherî xwedi derket û dest ji kolan û taxan bernedan. Hunermendên endamên Hewldana Hunera Azad bi boneya piştgiriyê bide gelê Cizîrê 2 rojan bernameyên çand û hunerê amade kirin. Hunermandan li kolan û taxan atolyeyên çand û hunerê ava kirin û konser dan. 


Berxwedana bi israr

Hunermendên ji Stenbolê hatin Cizîrê diyar kirin ku we ji bo moral û piştgiriye bidin gelê Cizîrê hatin Cizîrê, lê dijberî vê yekê wan moral û hêz ji gelê Cizîrê girt. 

Endamê Hewldana Hunera Azad Serhat Kural diyar kir ku Cizirê di dîrokê de her dem di ber xwe daye û tu carî li hemberî zilmê serî netewandiye. Kural, anî ziman ku gelê Cizîrê xwedî vînek azad e û ji ber vê vîna xwe ya azad heta niha gelek bedelên giran dane. Kural, destnîşan kir ku li pişt van barîkatan biryar, berxwedan û aramî heye. 


Huner zindîо dike

Kural, da zanîn ku li pişt van barîktan xeyal û hevî hene û wiha got: “Li vir di aliyê fîzîkî û hişmendiyê de jiyan ji nûve tê hûnandin. Huner li vir dikare berxwedana vir bêtir zindî bike û her dem biherikine pêşerojê. Xeyalên li pişt barîkatan hêvî û baweriya me ya pêşerojê zêdetir kir.” 


Çanda berxwedêr a Cizîra Botan

Hunermend Rojda jî anî ziman ku li dijî şer qerîna azadiyê ew kişandin Cizirê û wiha got: “Me xwest em şerê ku li vir pêk hat piçekî bidin ji bîr kirin. Lê em hatin vir me moralekî mezin ji vir girt. Li pişt barîkatên li vir jiyanek rast berxwedan û azadî heye. Ji bo em vêya bibînin bijîn divê em li vir bimînin. Mirov bûne yek û jiyanek bi rêxistinî hunandine.” 

Rojda, da zanîn ku zarokên li vir bi çanda xas a li pişt barîkatan pêş dikeve mezin dibin û wiha berdewam kir: “Dê bi reng, çand û nasnameya xwe ya cewheri mezin bibin. Çanda esil ya Cizîra Botan dê ji niha û şûnde geş bibe. Hemû kesên divê ev welatê min e divê bên Cizîrê ziyaret bikin. Divê vê asmosferê bibînin û bijîn. Li vir ruh, jiyan û çandek berxwedêr û resen heye.” 


Newayên ji bo azadiyê

Endama Koma Muzîkê ya Emege Ezgî Ebru Şahin jî anî ziman ku ji bo li tenişta gelê ku heta niha rastî gelek êrîşan hatine cih bigirin hatin Cizîrê û wiha got: “Em dê vê berxwedana li dijî êrîşên giran bi newa û hunera xwe bînin ziman û belav bikin. Gelê Cizîrê li gel hemû êrîşên giran jiyana azad ava dike. Vîna wê ya xurt heye. 

Hunermend Rugeş Kirici jî destnîşan kir ku her dem daxwaz û hewldanên gelê Kurd ji aliyê hezên serdest ve hatiye terorîzekirin û wiha got: “Lê gelê Kurd êdî li gel hemû êrîşên giran di ber xwe dide û jyana azad ava dike. Gelê vir jiyana azad û vina azad dixwaze. Gel dixwaze xwe bi xwe bi rêvebibe. Ev yek jî li kolanên Cizîrê xuya dibe.”


 ŞIRNEX / DÎHA