
NECLA DEMIR/MA/STENBOL
Hunermend Canan bi mijar, nihêrîn û berhemên cuda pêşangeha “Piştî Çiyayê Qaf”ê vekir. Pêşangeh wê heta 24’ê Çile dewam bike.
Galeriya Hunerê ya Arter a li Beyogluya Stenbolê, mêvandariya pêşangeha bi navê “Piştî Çiyayê Qaf”ê kir û pêşangehê 12’ê Îlonê deriyê xwe li hunerhezan vekir. Pêşangeh wê heta 24’ê Çile dewam bike. Elaqeyeke mezin ji bo pêşangehê tê nîşandan. Di pêşangehê de peyker, wêne, neqş, vîdeo, minyatur û gelek berhemên cuda hene. Navê Çiyayê Qaf ji mîtolojiya efsanewî hatiye girtin.
Pêşangeh çavan zoq dide vekirin
Pêşangeh rojên sêşem û pêncşemê di navbera saet 11.00-19.00´an de û rojên în û yekşemê jî di navbera saet 12.00-19.00’an de vekirî ye û bê pere mirov dikarin lê bigerin. Di pêşangehê de berhemên cûr bi cûr hene û mirovan matmayî dihêlin. Mirov bi hezkirineke mezin li berheman temaşe dikin.
Hunermend Canan der barê pêşangeha xwe de got: “Çiyayê Qaf ne çiyayek e ku mirov xwe negihînê. Min ev pêşangeh bi mijar û berhemên cuda hûnand.”