Di civînê de aktîvîsta UTAMARA’yê Sultan Oger axivî û bal kişand ser bûyerên li Şengalê û rewşa niha. Sultan Oger wiha berdewam kir: “Îslam û hemû olên cîhanê di nav de Êzîdiyetî jî heye di bin bandora bîr û baweriya baviksalariyê de ye. Rola jinê di bin serdestiya mêr de tê dîtin û desthilatdariya mêr tê mezinkirin. Ji ber vê jî qirkirina jinan, şîdeta li ser jinê û zayendperestî di bin navê olê de rewa tê dîtin. Îro di bi navê Îslamê de dîroka bindestiya jinê ya 5 hezar salî bi awayên cur bi cur xwe nîşan dide.” Oger destnîşan kir ku divê jin xwe li dijî bîr û baweriyê rêxistin bikin û wiha pê de çû: “Divê qirkirinên li Şengal, Başûr û Rojava bi dawî bin. Ji kîjan bawerî, neteweyî dibe bila bibe divê bi awayekî hevbeş têbikoşin û pêşengiya guherîna dîrokê bikin.
Di çarçoveya kampanyaya ‘Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’ de jinên li Neuwîed, Polch û Dîerdofê xwe rêxistin dikin. Her wiha komîsyonek hat avakirin û biryar hat girtin ku bi firotina xwarinan dê pereyê berhev bikin, bişînin ji jinên Şengalê re. Di vê navberê de Meclîsa Jinên Êzîdî bi heman armancê daxuyaniyek da û banga xurtkirina têkoşînê li tevahiya gelên Kurdistanê û jinan kir.

KOBLENZ