
Bi berxwedanê mezin bû
Fermandar Delal Amed destnîşan kir ku di kesayetiya Arîn, Diyar û Gelhatan de şehîdên têkoşîna azadiyê yên leheng destan nivîsandine. Delal Amed wiha got: “Ruhê berxwedanê yê PKK’ê ji roja avabûnê heta îro, bêhtir zindî dibe û bi vê zindîbûnê re Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê di nava xwe de vedihewîne. Bêguman têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Kobanê şênber bûye, wê li tevahiya Kurdistan û cîhanê jî belav bibe. Kurdistanî ji tevahiya gelên cîhanê yên demokratîk re pêşengiyê dike.”
Wê jin pêşengiyê bikin
ermandarê Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Delal Amed rola jinê di têkoşîna PKK´ê de bibîrxist û wiha pê çû: “Em jî weke hêzên HPG û YJA STAR’ê pêwîste vê wezîfeya xwe ya pêşengiyê bizanibin û li gorî wê xwe amade bikin. Divê HPG di kesayetiya Arîn û Gelhat de xwedî li ruhê berxwedana PKK’ê ya li Kobanê zindî bûye derkeve, bi ruhê tolhildanê yê şehîdan re têkoşînê bi ser bixîne. Serketin wê ya Kurdistan û hemû gelên bindest ên cîhanê be.” Pîrozbahiya gerîlayan bi stran, şano, govend û skêçan dewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.
ANF/BEHDÎNAN